Civak

Pêşmergeyên Rojhilat li Keleşînê cih bûn

PKK xwe da aliyekî û hêzên PDK û |PDKÎ li devera sinorê Kurdistana Başûr û Rojhilat cih bûn. Li gorî agahiyên Rûdawê, PKKê beşek ji gerîlayên xwe yên li deverên sînorî yên Kêlaşîn, Helgurd û hinek deverên din ên ku beriya niha di navbera wê û PDKÎ de bibû sedema aloziyê, vekişandiye û rê daye pêşmergeyên PDKÎ û PDK li wir bên bicîhkirin.Hevserokê KCKê Cemîl Bayik roja 24ê vê mehê gotibû, aloziya Kêlaşînê bi civînekê di navbera PKK û PDKÎ de çareser bû û niha ti nakokiyek nemaye.Rayedarên PKKê û PDKÎ herî dawî roja 20ê Hezîrana îsal li Qendîlê civiyabûn. Beriya wê civînê jî du caran li hev civiyabûn.Roja 24ê Gulana îsal, li devera sînorî ya Kêlaşînî di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎ de şer derketibû, di encamê de pêşmergeyek şehîd bibû û 3 jî birîndar bibûn.Li gorî gotina rayedarên PDKÎ, şer ji ber wê derketibû ku PKKê nedihîşt hêzên wan li deverên sînorî bimînin.

Back to top button