CivakRojev

Pêşmergeyên Kurdistanê li ser çiyayê Metîna roja alaya Kurdistanê pîroz kirin

Pêşmergeyên Kurdistanê li ser çiyayê Metîna li devera Amêdî ya Duhokê roja alaya Kurdistanê pîroz kirin.

Sibê 17 Kanûnê û roja alaya Kurdistanê ye lê ji ber sibê bêhnvenda e, çalakiyên pîrozkirina roja alaya Kurdistanê îro tên lidarxistin.

Tevahiya çîn û texên Kurdistanê vê rojê pîroz dikin. Pêşmergeyên Kurdistanê jî ji vê karwanê paşde neman.

Komek pêşmergeyên Kurdistanê li ser çiyayê Metîna li devera Amêdiyê alaya Kurdistanê bi dîwarê baregeha xwe ve daliqandin û hinekan jî avêtin stûyê xwe û pîroz kirin.

Back to top button