Civak

Pêşmergeyên dêrîn spasiya Nêçîrvan Barzanî dikin

Senterê Komate karekî dokomanterî dike.Komate li gel pêşmergeyên Şoreşa Îlonê û Gulanê hevdîtina dike, serpêhatiyên şoreşê bi destê yekem ji wan seh dike û hemû axavtina wan, jiyana wan a pêşmergeyetî film dike û wek belgeyeka esasî ya dîroka şoreşê arşîv dike.

Senterê Komate ji bo pişgiriya vê projeya pîroz spasiya cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî dike. Her bi vê minasebtê daxûyaniyek ragihandin e.

Ev deqê daxûyaniya Senterê Komate ye:

Pêşmerge yên komateyî spasdarên tene rêzdar Nêçîrvan Barzanî

Beriya salekê (28.11.2021) senterê me, Senterê Komate, dest bi karê xwe yê dekomentkirin û erşîfkirina dîroka şoreşê kir. Roja 28.11.2021ê me yekemîn hevpeyivîna xwe digel kadiro û pêşmergeyekî herdu şoreşên Îlon û Gulanê û yê serhildanê encam da û duhî (27.11.2022) jî me hevpeyivîna xwe ya 103 encam da.

Ji bilî hindê ku parastina çîrokên xebata van qehremanan û dîroka wan  ji bo dîroka me û nifşên me yên paşerojê samanekê mezin e, herwesa hevdîtin digel wan û guhdarîkirina çîrokên xebata wan bi xwe jî, di çavên van xebatkeran da rêzgirtineka mezin û karekî pîroz e.

Li gor serbora me ya salekê digel van mêrxas û serbazên winda, yên ku me hevpeyvîn pê re kirîn, piraniya wan hatîne ji bîrkrin, paşguhveavêtin, kal bûne, nexweş ketine û bêçare bûne. Loma dema ew dibînin ku hindek kes û sazî hene qîmetê didin wan, seradana wa dikin, guhdariya çîrokên xebata wan dikin û li dîroka wan xwedî derdikevin, herwekî guleka çilmsî û melûl li ber tîrojka rojê kizirî û tu aveka tezî (sar) berdeye ser,  ka çewa belgên wê geş dibin û gula wê serê xwe bilind dike û xwe li ber bayî dihejîne, aha wesa reng û sîmayê van camêran jî vedibe, geş dibe û sed carî dibêjin: A ha me bes ev yek divê, me qesir, erebe û pere nevin, me rêzgirtin, qîmet û qedigirtin û ji bîrinekirin divê.

Helbet em jî wek Senterê Komate, yê ku bi harîkarî, pişitevanî û dilsoziya cenabê rêzdar Nêçîrvan Barzanî, cîgrê serokê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), hatiye vekirin, berdewam ji wan ra  dibêjin: Eger cenabê wî nebûya Senterê Komate jî nedibû. Ev sentere berhemê dilsozî û piştevaniya rêzdar Nêçîrvan Barzanî ye. Dîsan eger piştevanî û hemahengiya kak Ako Mihemed berpirsê Tora Mediyaya Rûdaw jî nebûya, ev kar bi vî awayê serkrftî û rêkupêk birêve nediçû.

Ji ber hindê jî, hema bêje, hemû xebatkerên ku me hevpeyivîn pê ra kirîn, ji Pêşmerga, zîndaniyên siyasî, bergrî milî û nandehên şoreşê, hemû bi hev ra spasdar û minetdarên rêzadar Nêçîrvan Barzanî ne û lava û nizayên xêrê ji bo wî dikin û ji Xwedayê mezin dixwazin ku wî û Serok Mesûd Barizanî ji bo gel û welatê me biparêze.

Helbet em jî, wek stafê Senterê Komate, ji dil û can spasiya cenabê cîgirê serokê PDKê dikin ku wek serkirdeyekî dilsoz, welatparêz û xemxwarê doza Kurdistanê, li gaziya me xwedî derket û pişitî 11 salên gazî û derîlêdana gelek dezgeh û saziyan, cenabê wî xwe li parastina vê dîroka zêrîn kire xwedan û îro  bi saya serê cenabê wî me karî pişkek baş ji dîroka xebata gelê xwe ji mirin û ji navçûnê rizgar bikin. Herwesa ji dil û can spasiya kak Ako Mihemed wek piştevanekê berdewam ji bo vî karê me dikîn.

Li dawiyê em jî sozê didin ku wekî rojên pêşmergatiya çiya bi dilsozî, bi rijdî, bi paqijî û bêrawestan xizmeta parastina dîroka gelê xwe bikîn. Em hêvîdar in jiyan rê bide me ku, ne tenê dîroka bi sedan lê ya bi hezaran mêrxasan tomar  û erşîf bikîn û bikîn gencîneyek ji bo pertûk, film, roman û karên din yên hêja.

Senterê Komate

yê Dekomentkirin û erşîfkirina dîroka Şoreşê

28.11.2022

Back to top button