Pêşmerge Zumar kirin goristana DAÎŞê
Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li devera Zummarê ragihand ku, piştî ku duhî Hêzên Pêşmerge devera Zummar ji terorîstên DAIŞê rizgar û paqijkirin, niha Pêşmerge çeperên xwe li wê deverê bihêztir dikin û gellek xelkên wê deverê dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe. Herwiha tekez kir ku Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan terorîstan dan û w navçe kirin goristana wan.
Laşê çêkdarên DAÎŞê
Berpirsê Navçeya Dîcle ya PDKê li Zummarê Hesen Xelo ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku ew nahiye hat rizgarkirin niha hejmareke mezin ji xelkê wê navçeyê dixwazin vegerin gundên xwe û ji bo selametiya wan welaiyan, Hêzên Pêşmrge ji wan re gotine ku demekê xwe bigrin heta ku ew dever bi temamî ji teqe û mînan bê paqijkirin, ji ber ku terorîstên DAIŞê gellek teqe û mîn li wê deverê çandine.”
Derbarê ziyanên wan terorîstan jî ku li ser destê Hêzên Pêşmerge dîtine, Xelo wiha got: “Hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê di wê operasyona qehremane de hatin kuşin, bi awayekî ku ew dever bûye goristana DAIŞê. Herwia jibilî kuştiyan 15 dîlên wan jî li wir ketin destê Pêşmerge de. Herwiha hejmareke mezin ji çek û teqemeniyan jî ketin destê Pêşmerge de.”
Ev 3 bira şehîd bûn
Berpirsê Navçeya Dîcle ya PDKê wiha domand: “Mixabin duhî fermandarekî Hêzên Pêşmrge bi nave Neqîb Şivan piştî ku 35 bombe pûç kirin, bombeya 36an pêde teqiya û di encamê de 3 bira û mam û biraziyê wî şehîd bûn, ku xelkê qezaya Soranê bûn”