Pêşmerge vedigerin Kerkûkê
Di vê pêvajoya avakirina hukumetek nû li Iraqê gelek babet ji bo hevkariya hukumetê têne gotubêj kirin. Ji bo kurda babeta herî girîng bê guman rewşa Kerkûkê ye. Kurd hewl didin bi rêyên yasayî pêşmerge vegerin Kerkûkê û kontrola deverê cardin bikeve di destê pêşmerge de.Heta niha partiyên kurda di nava xwe de ji bo bi yek dengî herin Bexdayê yekitiyek pêkneanine. Lê herdu partiyên sereke PDK û YNK ji bo li Bexdayê yek dengbin li hev kirine. Dixweyê di vê qonaxê de ya herî girîng jî helwesta van herdu aliyan e.Tê zanin ku Kerkûk 16ê Oktobera 2017ê piştî xiyaneta grubek di nava YNKê de kete din bin bandora Artêşa Iraqê û Milîsên Şîe de. Mixabin piştî vê rojê heta niha YNK nekarî di nava xwe de vê pirsgirêkê safî bike û heta wek îro jî ev pirsgirêka YNKê ya herî mezine. Dê çewe û kengê bête çareserkirin , yan jî qet nayê çareserkirin , nayê zanîn.Lê di vê qonaxa ku Kurdistan têre derbas dibe, pêwistiya PDK heye ku ji bi berjewendiyên Kurdistanê li gel YNKê hevkarbe. Bê guman ev babetek gelek berfireh û cihê şirovekirinê ye.Kurd hewldidin cardin pêşmerge vegerin Kerkûkê. Heta ew derfet hebû ku, hêzên pêşmerge çewe ji Kerkûkê derketin bi heman rêyê vegerin, lê dixweyê kurda vegera yasayî behtir di berjewendiyên xwe de dibînin.Milîsên Şîe tedariyek mezin li Kurda dikin. Bajar bi temamî di bin kontrola wan de ye. Li ser kurda terorê dikin û kurd jî li gora xwe berxwe didin. Deverên wek Tuzxormato wêran kirin mal û milkên kurda hemû têkbirin. Hewldidin ku cardin ereba li deverê cih bikin.Rêxistinên wek eniya Tirkmanî pişgiriya Milîsên Şîe li dijê Kurda dikin, lê wek din beşek mezin ji Tirkmenan li aliyê kurda disekinin û li dijê kiryar û helwesta Milîsên Şîe disekinin, wan jî çarenûsa xwe bi kurdan ve girêdaye.Niha li Kerkûk rojane teqîn pêktên û ewlehiya bajêr nemaye. Ji aliyek din roj bi roj DAÎŞ dibe tehdîdek li ser hinek deverên Kerkûkê. Rêya ku Kerkûk cardin aram bibe û wek berê ewlehî bête avakirin vegera Pêşmerge ya Kerkûkê ve girêdayî ye.Di serî de hêzn hevpeymana û hemû aliyên din gihatine vê kanaetê. Ji bo vegera pêşmerge gotubêj hene. Bê guman vegera pêşmerge cardin dibe demanek li ser jiyan û parastina mal û milkên kurda û hemû xelkê deverê.Nûçe/analîz