Polîtîk

Pêşmerge û artêşa Iraqê li hev kirin

Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser xalên leşkirî yên li çiyayê Qereçoxê li hev kirin.

Hat ragihandin ku hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê li ser xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê peymanek kirine û pirsgirêkên xwe çareser kirine.

Li gor agahdariyên destketî, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî wê di rojên hatî de peymanê îmze bike û piştre wê peyman btêkeve jiyanê.

Wek tê zanîn 19ê Cotmehê firqeya 14 a artêşa Iraqê 4 xalên kontrolê yên leşkirî li çiyayê Qereçoxê ji destê PKKê wergirtin û li şûna PKK bi cîh bûbû û 22ê Cotmehê li nêzîkî kampa penaberan a Mexmûrê li quntara çiyayê Qereçoxê, li ser sê xalên kontrolê yên leşkirî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de pevçûn derketibû.

Back to top button