Polîtîk
Pêşmerge Şengalê ji destê terorîstan rizgar kir
Pêşmergeyên Kurdistanê îro êvarî gihîştin nav bajaroka Şengalê û piştî şerekî dijwar ya li gel terorîstên Da’îş, Şengal ji destê wan hate rizgar kirin û terorîstên nêzîkî wan deveran jî ji wir direvin.
Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûçeyê piştrast kir û ragihand ku hêza Pêşmerge gihîşt Şengalê û terorîstên Da’îşê têkşikandin û hejmarekî zêdeyê terorîstan jî hatine kuştin.