Polîtîk

Pêşmerge rê neda artêşa Iraqê

Doh aloziyek di navbera hêzên artêşa Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê de,li herêma tixûbê Kurdistana Suriye de çêbûbû. Li ser vê yekê wezareta pêşmerge ji hukumeta Iraqê daxwaz kir ku zûtirîn dem arteşa xwe ji van deveran şûnde bikişîne.

Li ser vê yekê serokwezîrê Iraqê Nuri Malikî gef li herêma Kurdistanê kirîbûn.

Cîgirê wezîrê pêşmerge Enwer Hecî Osman  daxuyaniyek da AKnewsê û got:Şandina hêzên artêşa Iraqê bo ser sînorê Sûriye û Iraqê, li dijî destûrê ye, ji ber ku li gorî rêkeftinê, divê haya serokê herêmê û wezareta pêşmerge jê hebe paşê hêz bişînin ser sînor.

Osman, diyar kir, me daxaz ji hikûmeta Iraqê kir, demildest hêzên xwe yên Kerkûk, Seidiye û Celewlayê vekişînin lê heta niha venekişandiye û her ku diçe hêzên zêde jî şandiye wir.

Serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî jî, îro gef li Herêma Kurdistanê xwaribû ku heke hêzên pêşmerge li wir bimînin û pêşiya hêzên Iraqê bigirin, rewş dê giran bibe.

Back to top button