Civak

Pêşmerge pişta DAÎŞê şkand

Li gora BasNews radigihîne; Pêşmerge û balafirên şer ên hêzên hevpeyman li kêleka bendava Mûsilê li DAIŞê dan, di wê êrişê de gelek çekdar hatin kuştin. Îro danê sibê Pêşmerge û balafirên şer li çeperên DAIŞê yên li nêzîkî bendava Mûsilê dan. Derheqê wê êrişê de, efserê Pêşmerge Fexrî Mixûrî li bendava Mûsilê ji BasNewsê re got, çeper û baregehên hestiyar ên DAIŞê bi çekên giran hatin topbarankirin. Wî efserê Pêşmerge da zanîn, di wê êrişê de herî kêm 26 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ziyanek mezin li wan ket.

Back to top button