Civak
Pêşmerge li eniya Xazir pêşve diçe
Berpirsê Eniya Xazirê Arif Teyfûr ragihand ku Hêzên Pêşmerge di êrişa îro de karîne 2 gundan rizgar bikin û 2ê din jî dorpêç bikin ku ew jî kêm maye bên rizgarkirin û gelek ziyan gihane terorîstên DAIŞê.
Arif Teyfûr Berpirsê Eniya Xazirê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge de li ser terorîstan li Xazirê gundên Til Eswed ê Mezin û Muftî hatin azadkirina û niha 2 gundên din jî hatine dorpêçkirin û kêm maye ew jî bên azadkirin, herwiha hêzên Pêşmerge pêşde diçin û ziyanên terorîstên DAIŞê gelek in.”
Teyfûr wiha got: “Terorîstên DAIŞê li gundê Muftî 3 otomobîlên bombekirî şandin cem Pêşmerge, lê cihê dilxweşiyê Hêzên Pêşmerge teqandin û ziyan negiha Pêşmerge.”