Pêşmerge li dijî endamek YNKê dozê vedike
Wezareta Pêşmerge ragihand, dê li dadgehê li dijî wî endamê YNKê ku heqaret li Pêşmerge kiribû, gilî bê kirin.Çend roj berê endamekî YNKê bi navê Şêrzad Şêxanî, wek çavdêrê siyasî tevlî bernameya “Panorama” ya televîzyona Kurdsat Newsê bibû. Şêxanî heqaret li Pêşmerge kiribû û gotibû, “Pêşmerge kirêgirtî û darê destê Amerîka ye!”Berpirsê dezgeha rewşenbîrî û ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet li ser vê mijarê ji BasNewsê re axivî û bi tundî nerazîbûn nîşan da.Şêrzad ŞêxanîHelgord Hîkmet got, her kesê ku heqaretê li Pêşmerge bike, kî dibe bila bibe, dê rastî lêpirsîn û dadgehîkirinê were, Şêrzad Şêxanî jî dê radestî dadgehê were kirin û li dijî wî gilî were kirin.Pêşmergeyên dêrîn û cîgirê berpirsê melbenda YNKê li devera Şarezûr, Ehmed Qedeferî jî bi tundî bersiva Şêrzad Şêxanî da û ji BasNewsê re got, Şêrzad Şêxanî bixwe kirêgirtî ye. Pêşmerge canê xwe fîda dike bo xaka xwe hinek jî heqaretê lê dikin.Wî berpirsê YNKê daxwaz kir ku Şêrzad Şêxanî radestî dadgehîkirin da ku êdî kes newêribe heqaretê li Pêşmerge bike.Karzan Sebah Hewramî /Basnews