CîhanCivak

Pêşmerge ji bo asayişa cîhanê girîng e

Malpera fermî ya Koçka Elîsee ya Serokatiya Fransa raportajek taybet li ser şanda Kurdistanê û Pêşmerge bo Fransa û beşdariya wan di festival Cannes de belav kiriye.
Di wê raporê  de ku li ser şanda Kurdistanê ya ku bo pêşandana fîlmê Pêşmerge li Fransa bû, Endama şanda Kurdistanê Viyan Dexîl ku parlemantera Iraqê ye behsa çûna wê şandê bo Fransa û rola Hêzên Pêşmerge dike û dibêje me baweriyeke mezin bi Serokê  heye.
Herwiha tê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û endamê şandê behsa giringiya beşdariya kurdan û Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û beşdariya erênî ya Pêşmerge di bidestanîna serkeftinê de dike.
Herwiha Serokê Fransa Franswa Oland di rîportajê de amaje bi giringiya rola Hêzên Pêşmerge bo Kurdistanê û Asayişa Iraqê dike. Derbarê serkeftinên bi ser DAIŞê de jî Oland dibêje: “Pêşmerge bo parastina asayişa cîhanê girîng e.”

 

Back to top button