Pêşmerge êrîşa Daîşê têkbir

Hêzên Pêşmerge li Şingalê êrişeke terorîstên DAIŞê têk birin û 2 tomobîlên wan şewtindin û gelek çekdarên wan jî hatin kuştin.Cîgirê Fermandarê Şingalê yê Hêzên Pêşmerge Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand, Îro saet 6ê sibehê terorîstên Pêşmerge derfetê ji rewşa navçeyê bibînin, ku operasyona Mûsilê li rojhilatê Mûsilê destpê kiriye, xwestin li eniya Şingalê tevgerê bikin û pêşde bên lê cihê dilxweşiyê ye ku Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, ew şer heta saet 8 berdewam dikir û di encamê de 2 otomobîlên wan hatin şewitandin û gelek terorîst jî hatin kuştin. Hêzên Pêşmerge jî ti ziyanên wan tune bûn û rewş ket bin kontrolê de.HerwehaQayîmeqamê Şingalê ragihand ku armanca DAIŞê bi êrişa xwe ya îro li ser Şingalê bo vekirina riya sereke ya Mûsil û Sûriyê bû, lê Hêzên Pêşmerge ew pilana wan têk birin û bi tundî li wan dan.Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê got: DAIŞ îro êrişî navçeya Zeytûne ya Şingalê kir bo kontrolkirina riya sereke ya di navbera Mûsil û Sûriyê, ku piştî şikestina xwe li Mûsilê karibin birevin Sûriyê.Bikaranîna çekên giran û xwekujan di nava otomobîlên bombekirî de ji aliyê DAIŞê ve di êrişa îro de, bo wê yekê bû ku bi her awayekî bû wê riya stratejîk kontrol bikin, lê Hêzên Pêşmerge û Betalyona Kurdên Êzdî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve bi qehremanî li wan dan û êrişa wan têk birin, ew jî piştî gelek ziyanên canî û madî gihandin wan.

Nerîna min :