Civak

Pêşmerge eniya şer hêztir dike

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê cepheyên şer ên ligel çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) qayîmtir dikin û hêz û pêdiviyên leşkerî yên zêdetir bo cepheyên şer tên şandin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji BasNewsê re got: ‘’Di hundirê du rojên borî de, hêzeke zêde ya Pêşmerge û pêdiviyên leşkerî yên cor bi cor bo cepheyên şer ên Mûsilê hatine şandin.’‘

Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Cîhaz û pêdiviyên leşkerî nû hatine şandin bo cepheyên şer ên li Mûsilê, çekên giran jî di nav wan de hene, armanc jî ew e ku cepheyên şer bên qayîm kirin di şerê dijî çekdarên DAİŞ’ê de.’‘ (f.k)Bas

Back to top button