Polîtîk

Pêşmerge bo bergirîkirinê amade ye

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 3ê vê mehê li bajarê Hewlêrê, di preskonfrensekê de çend pirsên giring û aktuel yên girêdayî kirîza navbera Îraq û herêma Kurdistanê zelal kirin.

Pabendbûn bi destûrê

Serokwezîrê Kurdistanê di preskonfrensê de got ku, sazkirina konfrensa neft û gazê li herêma Kurdistanê ku, roja 3ê vê mehê li Hewlêrê dest bi kar û xebatên xwe kir, îspat dike ku, herêma Kurdistanê bi destûra Îraqê pabend e û Kurdistan bi tu awayî li dervey çarçoveya destûrê pêngavan nahavêje:

– Hemû ew kontiraktên di warê neft û gazê de hatine îmza kirin di çarçoveya destûra Îraqê de bûye û em hertim dupat dikin ku, ya em dikin di berjewendî û xizmeta hemû Îraqê de ye.

Kirîza Îraqê

Serokwezîrê Kurdistanê behsa rewşa aloza Îraqê û bi taybetî rewşa deverên veqetandî kir û got:

– Me, ji bona danûstandina bi Bexdayê re heyetek şand Bexdayê, di danûstandinan de şandeya Hewlêr û Bexdayê li ser hemû xalan li hev kir, lê, mixabin, serokwezîrê Îraqê hemû ew xalên hevhatin li ser hatiye kirin, red kirin. Bi dîtina me ev mesele bi vî awayî çareser nabe û divê em hemû vegerin bo destûrê û hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bi hemû aliyan re danûstandinan bike.

Em ne dijî arteşa Îraqê ne

Nêçîrvan Barzanî got ku, herêma Kurdistanê ne dijî arteşa Îraqê ye û her pirseke têkelî bi organîzekirina arteşa Îraqê ve hebe herêma Kurdistanê rê lê nagire. Lê fermandeya hêzên Dicle ku, dixwaze, bêy hevehengî digel herêma Kurdistanê, hêzên pêşmerge bixe jê kontirola xwe. Herwesa operasiyonên Dicle dixebite ku, hêzên asayîş, polis û emnîyeta deverên veqetandî, bi taybetî li Kerkûk û Diyalayê,  kontirol bike. Herêma Kurdistanê jî vê pêngava serokwezîrê Îraqê bi dijwarî red dike û dixwaze bi aşitî û bi diyalogê pirsgirêkan çareser bike.

Dilgiranîya li hember daxuyaniyên Malikî

Barzanî got ku, dema heyamek beriya nuha serokê herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember pirosesa siyasiya Îraqê diyar kirî, ji gelek aliyan ve ew mesele wisa hat nirxandin ku, mesele şexsî di navbera serok Barzanî û Malikî de ye:

– Dilgiraniya me li hember rewşa nuha ya Îraqê dilgiraniya hemû îraqiyan e li hember reftarên serokwezîrê Îraqê. Em nexwaz in bibihîzîn ku dê şerê kurd û ereban dest pê bike, hemû şoreşên kurd xwe ji wê yekê parastiye ku mesele bo şerê kurd û ereb bê guhertin. Mixabin, serokwezîrê Îraqê di pireskonfrensa xwe de behsa wê yekê kir ku, mesele buye şerê navbera kurd û ereban û ev yek jî cîyê dilgiraniya me ye û em gelek narehet kirin.

– Kurdistan hertim hişara parastina  wan kesên ji destê diktatoriyê direviyan bû û gelek kes ji diktatoriyê patastin e ku, yek ji wan serokwezîrê Îraqê bi xwe bû.

– Bi dîtina me pirsa Îraqê bi tank û firokeyên F16 çareser nabe, lê li gor destûr û diyaloga nevbera hemû aliyên siyasî çareser dibe.

– Em ne dijî çekdarkirina arteşa Îraqê ne, lê em dixwazin ji wê yekê dilrehet bin ew çek çewa dê bê bikaranîn, birîna kurdan gelek kûr e, birîna xelkê Kurdistanê gelek ji wê yekê kûrtir e ku, bawer bike Îraq bi awayekî demokrasî dijî û bê pirsgirêk e. Di wê Îraqa ku, em hem bi hev re dijiyan 182 hezar kes ji me hatin enfalkirin, 5 hezar gund wêrankirin û Helebce û deverên din kîmiyabaran kirin. Kurd dipirs in gelo çima ew çek û ji bo çi?

Helwesta Tirkiyeyê li hember piras Îraqê

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, Tirkiye hertim bi yekparçeyîya Îraqê pabend bûye û wê hertim nîşan daye ku, dixwaze hemû pirsgirêk di çarçoveya Îraqê de bi awayekî ku, yekparçeyîya Îraqê parastî be bên çareser kirin:

– Tirkiye ji bo me dewleteke giring e, qebareya bazirganiyê û hilbirînê di navbera me de zêdetir ji 8 milyar dolar e. Em hêvîdar in ku, Tirkye di warê neft û gazê de jî zêdetir alîkarî û hevahengiyê digel herêma Kurdistanê bike. Tirkiye rêya me ya bo derve ye û herêma Kurdistanê jî di warê dabînkirina eberjiyê de bo Tirkiye û cîhanê giring e.

Herêma Kurdistanê û pirsa kurd li Tirkiyeyê

Serokwezîrê Kurdistanê ew yek careke din tekîd kir ku, herêma Kurdistanê amadeye di çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi aşitî rola xwe bilîze û herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina aşitî a pirsa kurd li Turkiyeyê pêşengiya her kesek din dibe.

Pêşmerge ji bo parastinê amade ye

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya pireskonfrensê de got ku, ji bo xweparastinê pêşmerge amade ye:

– Kurd şer nake, şerxwaz nîne û pêşmerge jî vê naxwaz e. Lê ji bo berxedanê pêşmerge amade ye. Eger me çek hebe ew ji bo parastina hemû Îraqê ye.

Back to top button