Civak

Pêşmerge bêdengî şikand: Pirsgirêkê çarese erbik

Hijmareke fermandar û pêşmergeyên Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî daxwazê ji her sê serokatiyên Kurdistanê, alî û partiyên siyasî dikin ku, bi canekê welatperwerî hemû pirsgirêkên navxweyî çareser bikin.Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Ji bo:Serokatiya herêma KurdistanêSerokatiya parlamentoya KurdistanêSeroaktiya hikûmeta herêma KurdistanêPartî û aliyên siyasiyên KurdistanêCemawerê KurdistanêSilav û hurmetEm hjimareke pêşmergeyê Kurdistanê ku navên me li jêr hatina nivîsîn ku hest bi berpirsiyariya neteweyî û niştimanî di vê qonaxa Kurdistan û dever tê de derbas dibe dikin, em bi wezîfe û berprisiyariya xwe dizanin vê peyama li jêr rabigehînin:BirêzanBi şahideya hemû dinyayê, ev zêdetir ji salekêye bi dirêjahiya zêdetir ji 1000 kîlometroyan, ji Xaneqîn û Celewla heta digehe Şingal û Zumar û heta Kobanê, bi deh hezaran pêşmerge û xwebexiş ji kurên vî gelê xêrnedîtî li bereyên pêşiyê bergirîkirinê ji xelk û gelê Kurdistanê li dijî hovtirîn terorîstên vê serdemê û di dijwartirîn rewş de, serma û germa, bi şev û roj di nava çeperan de li berxwe didin û zêdetir ji 1200 pêşmergeyên qareman şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar û seqt bûn, lê mixabin di rewşeke wisa nazik û metirsîdara herêma Kurdistanê de, aliyên siyasî di nav milmilaneke nedirust de ne ku dibe herêma Kurdistanê ber bi aqarekê nediyar bibe.Em bi navê xwe û pêşmergeyên mêrxas, ji bona hurmeta xûna şehîdan û westiyana pêşmergeyên mêrxas û liberçavangirtina metirsiyên li ser herêma Kurdistanê hene ku, em ji hemû kesan zêdetir hest pê dikin û ji bona yekêtî û yekrêziya gelê me, herwesa liberçavgirtina rewş û jiyana hevwelatiyên Kurdistanê ku, ji destê bidehan arêşe û giriftatyan dinalin, daxwazê li we dikin, her çiqas zûbe baştire, ji bo masa danûstandinan vegerin û dûr ji nefesa partîtîiyê û bi canekê welatperwerane ji bo çareserkirina aştiyane û dûr ji hemû demargiriyê ku di encam da gelê me bacê dide, pêngavan pavêjin.Em daxwazê dikin ku hurmetê ji westiyan û xebata pêşmerge re bigirin, ev qonaxeke nazike û pêwîste bi canekê bilindê niştimanperwerî û neteweyî mamile pê re bikin û bi pêngaveke dilxweşker morala pêşmerge bilindtir dikin û canê fedekariyê wan bihêztir bikin.BirêzanBi salekê beriya niha tu kes ji mal û çarenivîsê xwe dilrehet nebû, hêza pêşmergeyê Kurdistanê welat parast û bi îro gihand. Derencamên xerapên vê rewşê ku tesîrê li ser hemû gelê Kurdistanê dike, tasrê li ser hêza pêşmergeyê Kurdistanê jî dike. Divê hemû alî bizanin her pêngavek ji bo çareseriya pirsgirêkan ji aliyê pêşmerge ve pêştevanî tê kirin û ji aliyê gelê Kurdistanê jî ve bi hurmet hisab bo tê kirin.Em li benda hîmet û helwesta bilinda kurdayetî û dilsoziya we ne.Digel rêz û hurmetên me07.0820151- Mehemedê Hacî Mehmûd2- Mehmûd Sengawî3- Zeîm Elî4- Şêx Cafer Şêx Mistefa5- Fereydun Ciwanroyî6- Mistefa Çawreş7- Hemîd Efindî8- Cemîl Hewramî9- Qadir Qadir10- Ednan Hemey Mîne11- Milazim Yunis12- Hamidî Hacî Xalî13- Mihemed Mela Elî Helebceyî14- Mamoste Celal15- Enwerî Hacî Osman16- Ferîq Cemal Îmînkî17- Westa Resûl18- Seîd Kake19- Ebdula Por20- Cemal Murtke21- Ezîz Weysî22- Heme Reşîd Qeredaxî23- Muhsin Deştî24- Mihemed Hacî Qadir25- Belên Ebdula26- Behmen Hisên27- Seid Xalid28- Mam Xwfûr29- Şêx Elî30- Mihemed Xalid Boselî31- Osman Qasim32- Elî Têlî33- Qasim Şeşo34- Xalid Koçer35- Xalid Banî36- Adilê Reş37- Merîwan Kerîm Axa38- Seîd Hejar39- Şêx Zirar şêx Qadir40- Hesen Nurî41- Tariq Hernî42- Seidî Elî Birno

Back to top button