Polîtîk

PÊŞEWA QAZİ MİHEMMED EM (PDK-T) WE BİBÎR TÊNİN

PÊŞEWA QAZİ MİHEMMEDEM (PDK-T) WE BİBÎR TÊNİNMAHA ADARÊ Jİ NETEWA KURD RE MEHEK E Bİ ÊŞ Û Bİ ELEME71 sal berî niha Di 22’ê çilayêpêşî 1946’an (de li meydana Çar Çira Qazî Mihemed KomaraOtonom a Kurdî (li bajarê Mahabatê ragihand piştî têkçûyîna Komarê, di 31’ê adara 1947’ande Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li ÇwarÇira ya Mehabadê hatin dardekirin. Ciyê we beheşt be.Liser me netewa Kurd ferza ku em di rêwrêbaz û karê bermayiyên we şêhîdên dozaKurdistanê bi dilsozî bi meşênin. Sed slav û rêzgirtin bo navû dengê we.Bi sala ye ku şer û pevçûn li Kurdistanê qet ne rawestiya ye. Di van 6 mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê Kerkuk, Xaneqîn, Zimara, Pirdê û gelek ciyên din ji bal dagirkeran ve, biarikeriya Kurdên xayîn (Goran Pkk û beşek ji Ynk) hatin dagirkirin û ji destê Kurdan derketin.Li Rojhilat şerê hêzên kurd û Pasdarên İran ê berdewam e, rejima meleênİranê her roj xortênKurda di dalaqênin.Li başê Bakûr jî ji rex dewleta Tirkan ve komal têne girtin, di derbara partiyên Kurdistanî dedoz vedibin, ronekbir, welatperwerên Kurd tên hepiskirin, fikr û raman, xwepêşandanêndemokratik û bîranînên dîrokî tev hatin qedexe kirin, xanîyên xelkê hedimandin.Li beşê Rojavayê başurê kurdistanê jî; Dewleta Tirk û ÖSO (rêxistina Erebên Suriye )ê bi tang,top û balafiran Efrîn topbaran kirin, pişti 58 rojan Efrin ji rex hêzên ÖSO û yên dewleta Tirk vehat dagirkirin.,li gor daxuyaniya Serok komar Recep Tayip ERDOĞAN got “ji YPG 3603 keshatin kuştin” Dinya demokratik ev êrîşên dagirkaran bi bê dengî, hemû pişt guhê xwe reavêtin, tenê temaşe kirin.Gereke ma miletê Kurd fehm kiribe ku bê dewletbuyin bê xwedîtîye,herkes dikarê li meriv bixê û welatê meriv dagir bikê, hemû mafên merovayî qadexe bikêû vê tofanê bînê serê meriva.Heta Kurd nebin xwedî dewlet em dê di vê dinyayê de rûmet ûaramiyê nebînin,dê rewşame her eve be.Em konevan ên Kurd bi teybet yên Bakurî. Di siyasetê de û li pêşveçûna civakê, di xebatanetewî û ji bo mafê dewletbûnê bi vizyonên gelek teng û bi xebatên rojana tedikoşin, pirrtiştên zûtirîn ku pêdivî pê heye em bi kar na ênin.Weke serhildanan rojên dirokî ku em bibîr tênin, Lê em rêwrêbaza wan de na meşin,kar ûxebatê li wê gorê nakin.Pişt her bîranînên ku tên çêkirin de,em 6 mehan, radikevin. Ev nekarê xebatên militani û dilsoziyêye.Ev nayê wê watê jî ku em rojên şêhîdên welat ûkeresatên bi ebret di netewa Kurdan de efirîne jibîr bikin û bibîr neyênin na. Aherî giring bizutirîn dem gel bi rêxistîni bibe, bihêz bibe. Û dê bi girseyên pir mezin bi pêk werin, wê demêdê gel hêvi û moral bistînê, pêşî lixebata me vebe.Eve 200 sale ku kurdan ti rojên pîroz û erênî ku xwe pê bi pesinênin ji bilî efsaneya mîtolojik a21 Adarê Cejna Newrozê û demên bizava nemir Mele Mistefa barzanî,heta ku (mafên gelêKurdistanê hikmê zatî ango otonomiya Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê1970ê hat pejirand û rêkeftin di navbera rêberê şoreşa Îlonê general Mistefa Barzanîû rejîma Iraqê de hat îmzekirin).çênebûne û nînin. Hemî bûyarên li me qewimînekaresetin, êş û elemin û têkçûyinin. Ma em dê bi kijan rûdan û çalakiyên xwe bi pesinin û bikijan rojên xweş û yên biserkeftî bibîr bînin, pîroz bikin.Mixabin em netewa Kurd dibin bêrûmetiyekê û dibin şermiyeke pir giran de dijin.Di vî halê lawaz de, tenê em xwe di xapînin. Ji bona em doza mafê netewi bi rêk û pêk bimeşênin partiyên me, Rêxistinên me û konevanên me, divabe xortên xwe, kurr û keçên xwe,malbata xwe, ji siyaseta netewî bidûr nexin, aqedemisyanên xwe birêxistinî bikin, xwe bi hêzbikin da ku bikaribin di kolanan da bi riyên demokratîk û bi serhildanên sivil yên rawa û bixwepêşandanan, bi qonferansan, bi panelan di holanan de derd û kûlên xwe ji raya gişti reragihînin.Doza mafê xwe yê rawa di qada navdewletan de bilind bikin, karê diplomasiyê bipêşve bibin û bidine meşandin. Li milê din jî gelê xwe, qadroyên xwe perwerde bikin, wan didoza mafê netewî de zana û şahreza bikin,Ger ku eşq û dilsoziya welat bi gel nedine zanîn û naskirin Dirok û serpêhatiyên netewa kurddernaxine rojevê, hêvi û baweriya gel di çand, dirok, ziman folklor ,al, ax,av û hemi hêjayîyênnetewî pê nedin naskirin, dirok serpêhatiyên newetewa kurd heta îro di çi merhelêyan de yeû di çi stengiyan de, qetliaman de, cenosîtan de asimilasyon û entegresyonan de çawaderbas bûyiye. Dost û dijminê wî kî bûne ev hemî divê ji wan re bête gotin, li ber çavên wanwere raxistin, agahdar bibin da ku ji wan dersan derbêxin,li mafê xwe xwedî derkevin. Lêmixabin ev hemi heta iro nehatine kirin. Tenê em heryek parti û ideolojiya xwe derdixin epêş.Demek bi şûnde partiya heyî jî zayin dibin û, ji hev cûdabûn zêdetir dibin. ava heyî ku têriyek aşî nakê, li pir aşên belav dibê û têra yek aşî jî nakê. Hemî aşên me bêkêr û betaldimînin.Bi min a herî giring û herî pêdivî pê heye eve ku her parti û rêxistinên Kurdistanî bêyî ideolojiû bêyî berjevendiyên xwe yên gurubî bi dilekî rasteqînî, bi armanca bidestxistinên mafênetewi û kerûbarê doza netewi bikin wê demê gelê Kurd dê baweri yê bi parti û konevanêxwe bînê. Ger em bikaribin xwe ji qalibê xwe yen kevin û teng derbixînin wî çaxi serkevtinparame ye. 31.Adar 2018Mehmet emin KARDAŞSeroke Gişti yêPartiya Demokrata Kurdistanê tirkiya (PDK-T)

Back to top button