pesdecuna-rejime-careseriyek-siyasi-dernaxe-hole
Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, diyar kir ku têkiliya bê şert û merc a bi rejîma Sûriyê re wê bibe sedema mayîndebûna rejîmê û ji ber vê jî çareseriyek siyasî pêk nayê.
Îlham Ehmed, li bajarê Qamişlo ji Şarku’l Avsat re axivî û got, “Rayedarên Amerîkî ji me re gotin ku efûyên dawî yên ji mueyîdeyên li ser Sûriyê, li dijî qanûna Qeyser nîn e”. Ehmed, behsa hevdîtinên xwe û partiyên Ereb jî kir û got: ” Van partiyan behsa guhertina qebûlkirina rejîmê ya ji aliyê hikûmetên Erebî bi şêweya niha nekirin. Me teqezî li ser wê yekê kir ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyê divê projeyek Erebî bê pêşkêşkirin. Her wiha me bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji bakurê rojavayê welêt vekişîne û destwerdana eşkere ya Îranê rawestîne. Me bang li Komkara Erebî kir ku nexşerêyekê ji bo çareseriyek siyasî xêz bike”.
Ehmed, diyar kir ku Tirkiye ne xwediyê wê îradeyê ye ku têkiliyên bi rejîma Sûriyê re nîşan bide.