Hevpeyvîn

Perwerdekirina kurdên rojava li dijî grûpên terorîste

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Financial Times a brîtanî behsa çend mijarên giring  dike û li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê ku alêkariya kurdên rojavaya Kurdistanê dike, dibêje:

 

          Armanca herêma Kurdistanê ji alîkariya kurdên rojava ew e ku, herêmên kurdî nebin meydana şerê grûbên wekî Cebhed el-Nesra û grûbên terorîstî yên din.


Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser perwerdekirina kurdên rojava û dibêje:

 

          Ev perwerdekirin zêdetir ji bo xweparastinê, ne bo êrişkirinê ye. Ev perwerdekirin, ne destxistina nav karûbarên navxwe yên Sûriyeyê ye. Em dixwazin ew pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

Li ser rola welatên Rojava û bi taybet jî Amerîka, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Li gor tişta em dibînin, hê ne eşkereye Amerîka li Sûriyê çi dike.”

Li gor rapora wê rojnameya brîtanî, heta niha zêdetirî 141 hezar penaberên Sûriye û rojavayê Kurdistanê hatine herêma Kurdistanê. 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê peywendiyên navbera Hewlêr-Bexda û projeya dirûstkirina boriya petrolê ya navbera herêma Kurdistan û Tirkiyê de wiha dibêje:

 

          Ew proje wê di havîna îsal de biqede û wê petrol jî bê şandin. Heta ger peyman jî digel Bexdayê neyê kirin jî.

Back to top button