Kultur

Pertew Beg Hekarî

PERTEW BEG  HEKARÎ(1777 – 1841)  Pertew Beg Hekarî  sala 1777an li Colemêrgê hatiye dinyayê û di 1841ê de jî dîsa li Colemêrgê çûye ber dilovaniya Xwedê. Pertewe Beg pismîr bûye,  ji eşîra Hekariyan e, ji malbateke rewşenbîr hatiye û di Medreseya Mîrektiya Kurdistanê de jî xwendiye. Pertew Begê  dîwana xwe ya helbestan di 1802an de nivîsiye. Gorbihişt Sadiq Behaedîn Amêdî dîwana Pertew Begê Hekarî berhev kiriye û dîsa bi tîpên erebî di 1978an de li Bexdadê çap kiriye. Cara dawîn jî min Dîwana Pertew Begê wergerandiye alfabeya latênî û di  1989an de li Elmnyayê ji aliyê Weşanxaneya Rewşenê ve hatiye weşandin. Lê dibe ku siberojê hin helbest an berhemên Pertewî yên dî jî û derkevin holê.Ev dîwana han jî, li gor ku Sadiq Behaedîn Amêdî, du dîwan in:- YEK bi navê Dîwana Şah Pertew Hekarî Ebas e.- Ya dî,  Diwana Pertewî ya Rast e. Ev Dîwana Pertew Begê Hekarî herwekî li gor rêzbenda Dîwana Melayê Cizîrî, hatiye amadekirin û qafiye li gor rêza elîfbêtika erebî domandiye.  Tê de 174 sernav û 1.758 malik hene. Di malikekê de Pertew Begê Hekarî  ji evîndara xwe re weha gotiye:Ecêb letîf e, cundî ye, ezman nizane kurdî yeAgeh ji uşaqan niye, mest im ji xemra Layezal Hemû berhemên klasîk çendî ku bi navê Xwedê û Pêxenberê Xwedê dest pê bûne, lê belê zêdetir giraniya wan evîndarî ye. Prof Qanadê Kurdo, dîroknas Mihemed Emîn Zekî, Necmedîn Mela, Mihemed Elî Ewnî, Elaedîn Secadî, Sadiq Behaedîn û gelekên dî li ser  Pertew Begê Hekarî nivîsine û pê şanazî kirine. Lê behsa ku Pertew Begê Hekarî mîrîtî jî kiriye nekirine. Di dema Mîrektiyên Kurdistanê de, mîrê ku ne xweneda û zana bûya, jiwe nedibû mîr.Di hin lêkolînên min de derketiye holê ku Medreseyên Kurdistanê yên herî bi qalîte, pêşketî û bi naverokeke xurt, yên mîran bûne. Colemêrg hertin paytexta Mîrektiyên Kurdistanê bûye. Çendî ku Cizîra Botan jî weke paytext hatiye nasîn, li wirê keleh û koçk hatine avakirin, lê ew der mîrnişîntiya demsala zivistanê bûye. Sê-çar sal berî jidayikbûna Pertew Begê Hekarî, serhildana Neteweyê Kurd a bi serokatiya Mîr Bedirxan (1838) dest pê bûye. Jixwe diyar e ku dema şer û kuştin hebe, rewşeke aloj derdikeve holê. Ev Sedsla Bîstî weke sedsaleke Reş bi ser Neteweyê Kurd ve bihuriye û hemû pîroziyên wî hatine binpêkirin. Lê ev rastî heye ku peyrewên Medreseya Kurdî, hertim xwedîtî li wan zana û şairên Kurd ên klasîk kirine. Di medreseyan de berhemên wan bi dersîtî dane xwendin û jiyana wan zindî hiştine. Divê  berhemên klasîkên kurdî bi rêkûpêk werin parastin û bêtin jiyandin, bêtin çapkirin û li nava xelkê bêtin belavkirin. Herweha li dibistan û xwendegehên kurdî bêtin xwendin. Li saziyên çandî bêtin belavkiirn û şiroveya wan bête kirin…  Mesela:Dema meriv şiroveya vê malika Pertew Begê Hekarî bike, pir tişt jê derdikevin holê: Ecêb letîf e, cundî ye, ezman nizane kurdî yeAgeh ji uşaqan niye, mest im ji xemra LayezalEvîndara Pertew Begê Hekarî, ji bil Zimanê Kurdî zimanek dî nizane. Hin nivîskar û şairên Kurd ên serdema Pertew Begê Hekarî ev bûne:- Nalî Şarezorî (1701-1855)- H. Qadir Koyî (1806-1855)- Kurdî (Mistefa Beg 1808-1848)- Mele Xelêl Sêrtî (1754-1843)- M. Mehmûd Bazîdî (1797-1863)- Mewlana Xalid Kurdî nexşebendî (1773-1826)- Şêx Nûredîn Birîfkanî (1795-1851)- Şêx Hesenê Nûranî  (1786- ?) Bi hêviya serkeftin û serfiraziyê…   Zeynelabidin Zinar17/12/ [email protected] 

Back to top button