Pere û xorek didin malbatên koçberên Kurdistanê
Ajansa Penaberên ser bi Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 200 dolar wekî hevkarî didin her malbateke koçberê nîştecihê wargehan be. Berpirsê Ragihandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî dibêje ji bilî wê yekê jî me dest bi dabeşkirina hevkariya xorekê li ser koçberên nav wargehan de kiriye.
Rewac Barzanî Berpirsê Ragihandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: “Roja pêncşem 16.04.2020 li gel UNHCR dest bi dabeşkirina 200 dolar li ser her malbateke koçberên li nava wargehan dikîn. Li 16.4.2020 li wargeha Quştepe dest bi dabeşkirina hevkariyê dikîn. Paşê jî wargehên Dareşekran, Kevirgosk, Basirme û wargehên din jî berdewam dibe.”.
Her wiha dibêje: Ji bilî wê 200 dolarê hevkariyên din jî ji bo koçberan tê kirin. “Roja 14.4.2020 li wargeha Kevirgoskê me dest bi dabeşkirina hevkariyan kiriye, îro jî li wargeha Dareşekran tê dabeşkirin. Li rojên pêş de jî wargehên din jî belavkirina hevkariyan li gel Kar Grûp û bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberên Iraqê berdewam dibin”.