Cîhan
Pentagon: Îran êrîşê hêzên me dike!
Eve demeke li Iraq,Suriye,başûr û rojavayê Kurdisranê hêzên girêdayî Îranê êrîşê bingehên Amerika û hêzên hevpeyman dikin. Taybetî piştî şerê Îsrail ê Hemasê ev êrîş zêde bûne. Herî dawî hewldana êrîşekî li Hewlêr çêbû. Lê sistema berevaniya ezmanî ev êrîş berteraf kir.
Di derbarê vê êrîşê de, berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konferansek rojnamevanî de da xûyakirin ku, komên girêdayî Îranê li Îraqê 12 caran êrîşê bingehên me kirine. herweha li suriye jî 4 cara hêzên me bûne armanca êrîşan.
Ryder got: Êrîşek li himber hêzên me yên li Hewlêr hate kirin, lê me ew êrîş têkbir.
Pat Ryder bal kişand ser wê yekê ku ew êrîşan li ser hêzên wan li Îraqê hatine kirin serkeftî nebûne. Wî got: Ew êrîşên li ser hêzên me hene ji aliyê Îranê ve tên kirin.