Wezareta Paraztina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon)malperek bi agahîyên fermî yên di derbarê UFO û hacetên nenaskirî de vekir. Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder diyar kir ku ew bi biryar in vê pirsê ji raya giştî re zelal bin.
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) malperek nû vekir ku tê de wê agahdarîyên fermî yên li ser “hacetên nenas” (UFO) pêşkêş bike. Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder diyar kir ku Pentagon bi biryar e di derbarê xebatên xwe yên li ser UFO yan raya giştî agahdar bike.
Li gor ajansa AA daxuyandiye, Pentagonê ji bo fêhmkirin û têgihiştina hebûn û tunebûna UFO yan malperek bi navê’www.aaro.mil’ vekiriye. Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder, diyar kiriye ku ji bo eşkerekirina hebûn û tunebûna UFO û hacetên nenas wê li ser malperê vîdyo û wêneyan biweşînin û de agahdarîyê bidin awira gelemperî. Li gor Ryder gotiye,wê di malperê de raporên fermî, transkript, daxuyanîyên çapamenîyê û çavkanîyên din en ku civak jê sûdê werbigire, bên weşandin.