CivakRojev

Divê pêvajoyek nû ya çareseriyê bê destpêkirin

 

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di vekirina sala nû ya edlî de axivî. Eren bang kir û got ku divê pêvajoyek nû û di çarçoveya maf û hiqûqê de çareserîyek adil bê destpêkirin. Eren herweha banga makeqanûnek demokratîk, sivîl, nû kir.

Baroya Amedê bi boneya vekirina sala nû ya dadê li ber dadgehê daxuyanîya çapemeniyê da. Daxuyanî ji alî Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz û rêvebirên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) jî hat destekkirin.

 ŞER Û TUNDÎ

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, ku di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên dewletan şer li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Ukrayna û Sûrîyê dewam dike û mirov dimirin. 

BI DIALOGÊ ÇARESERÎYA PIRSA KURD

 Eren, destnîşan kir ku sedema herî girîng a pirsgirêk û xitimandina welêt di warê hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de ye û wiha got: “Em banga destpêkirina pêvajoyek nû ya çareserîya adil a di çarçoveya maf û hiqûqê de dikin”.

BÊ SERXWEBÛNA DADÊ EDALET BI CÎH NAYÊ

 Eren, anî zimên ku bêyî çareserkirina pirsgirêka serbixwebûna darazê ne mimkun e ku mirov qala edaletê bike û wiha dewam kir: “Di civakek serwerîya hiqûqê de garantîya herî bingehîn a takekes û civakê daraza serbixwe û bêalî ye. Mijara serxwebûn û bêalîbûna darazê ku li Tirkîyê kronîk bûye mijara herî girîng e. “Mafê darizandina adil tê binpêkirin û cezayên giran li mirovan tên birîn. Di rêziknameya endamên darazê yên ku xebatên dadweriyê dikin û edaletê pêk tînin de hiqûq û edalet nayên gotin. ji her cure desthilatdarî û navendên desthilatdarîyê serbixwe ne û bi tevahî bêalî erkên xwe pêk nayînin”.

 

Back to top button