Pence: Dê Îsrail rojên herî baş bibîne
Cîgirê seroka Amaerikayê Pence di çerçova serdana xwe ya Rojhilata Navîn de serdana Îsrail kir. Li Îsrail piştî hevdîtina Pence û serokwezîrê Îsrail benjamin Netenyahu konferansek çapemeniyê li darxistin.Di axavtina xwe de Pence behsa girîngiya pêwendiyên Îsrail û Amerikayê kir û got: Hevalbendê herî nêzik Îsrail hêja rojên herî baş neditine.Herweha cîgirê serokê Amerika da xuyakirin ku herdu welat ji bo berjewendiyên welat û gelên xwe pêwiste hevkariyek baştir pêkbînin û mecbûrê vê yekêne.Serokwezîrê Îsrail jî di axavtina xwe de behsa arikariya Amerika û hevalbendiya Amerika kir û ji bo vê jî spasiya vî welatî kir.Netenyahu di axvtina xwe de behsa helwesta Amerika ya di derbarê xwepêşandanên Îranê de kir û got: Ji bo helwesta we û pişgiriya we ya xwepêşandanên Îranê ez spasiya we dikim. Ez bawer dikim dê gelên Îranê rojekî bigihin azadiya xwe.