Polîtîk

Pence bi telefonê pêwendî li gel Nêçîrvan Barzanî kir

Cîgirê serokê DYA Mike Pence bi rêya telefonê pêwendiyek li gel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani kir. Pence di pêwendiya telefonî de li gel Nêçîrvan Barzanî behsa helwesta Kurdistanê ya li şerê dijê DAÎŞê û herweha behsa parastina krîstiyana û grubên olî ji komkujiya DAÎŞê kir. Pence ji bo Kurdistan mêvaniya bi sedên hezaran koçbera dike, spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Li Qesra Sipî di derbarê pêwendiya telefonî ya Pence û Nêçîrvan Barzanî daxûyaniyek ragihand. Qesra Sipî ragihand ku, Pence ji bo parastina grubên olî ji zordarî û komkujiya DAÎŞê herêma Kurdistanê tekdîr dike û ji bo vê yekê spasiya serokwezîrê Kurdistanê kir. Pence di derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de hinek agahdarî wergirtin. Ji aliyek din ve cigîrê serok  Pence, behsa pêşdebirina pêwendiyên Amerika û Kurdistanê kir.
Qesra Sipî dibêje ku, pêwendiyên Hewlêr û Bexda , dê rê li wan aliyên ku zererê dide herêmê digre û nahêlê ku yên xwedî niyeta xirab serbikevin.

Back to top button