Penaberên Kurd ên li Slovakyayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Bi dehan penaberên Kurd ên ku li bajarokê Medved’ov ê li herêma sînorê Slovakya û Macarîstanê girtî ne, li dijî pêkanînên dijmirovahî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Penaberan bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin û diyar kirin ku ji bo şermezarkirina binçavkirin û têkildarîya xerab dest bi greva birçîbûnê kirine. 45 penaberên ku li Girtîgeha Medved’ov girtî ne, ragihandin ku di 19ê Cotmehê de dest bi grevê kirine.
Beşek ji penaberên Kurd bi mehane di zindana Medved’ov de girtî ne. Nizanin çima hatine girtin û wê heta kengî bên binçavkirin. Di vê derbarê de tu agahî nayên dayîn. Hat diyarkirin ku dema penaberan dest bi greva birçîbûnê kirin, polîsan bi nêzî 30 kûçikan mudaxaleyî grevê kirin.
Penaberên girtî diyar kirin ku mafên wan ên ragihandinê tên astengkirin, neçar dimînin kincên girtîgehê li xwe bikin û heqê xwarina ku dixwin bidin.
Penaberan diyar kirin ku şert û mercên pakijîyê ne baş in û gotin ku ew ji ber metirsîya nexweşîyên enfeksiyonê bi fikar in.
Penaberan di daxuyanîya xwe de gotin: “Em ji bo azadîya xwe di greva birçîbûnê de ne. Li vir em rastî şîdeta psîkolojîk, muameleya dijmirovahî tên û ji mafên xwe bêpar dimînin. Tu mafên me yên bingehîn ên mirovî pêk nayên. Wergêr nîn e. Gazincên me li ber çavan nayên girtin. Em li ber nîjadperestî û tevgerên biçûkxistinê ne. Destûra me bi nûnerên qanûnî û rêxistinên mafên mirovan re nîn e. Ji ber vê sedemê me biryar da ku ji 19ê Cotmeha 2023an û pêve ji bo azadî û mafên xwe yên bingehîn dest bi greva birçîbûnê bikin“.
Penaberan daxwaz kirin ku şert û merc bên başkirin û rêgezên qanûnî bên şopandin û gotin: “Em bang li Midûrê Girtîgeha Medvedovê Krîstîan Kodaî dikin û heta daxwazên me yên bidawîkirina van şert û mercên dijmirovahî û nemirovane neyên guhertin, emê çalakîya birçîbûnê bidomînin heta ku mafên me yên bingehîn pêk bên”.