Cîhan

Pelosi bi taybetî ji Biden re got, ew nikare bi ser bikeve.!

Li gora nûçeyeka CNNê, Seroka berê ya Meclisa Nûneran Nancy Pelosi bi taybet ji Serok Joe Biden re di axaftina xwe ya dawî de got ku, rapirsîn nîşan dide ku serok nikare Donald Trump têk bibe û ku Biden dikare şansê Demokratan ji bo bidestxistina Meclîsê di vê mijdarê de têk bibe.

Li himber vê serok Biden bersiva Pelosî da û got:Min rapirsînên ku didin xûyakirin ku ezê serbikevim dîtine. Di vê derbarê de çavkaniyên Amerîkî tiştên cuda dibêjin.

Yek ji çavkaniyan diyar nekirî dide xûyakirin ku, Pelosi di vê axaftinê de ji Biden re gotiye ku ew bawer dike ku serok divê ji pêşbaziya 2024-an derkeve.

Pelosi hefteyên li dû nîqaşê derbas kir û li fikarên hevkarên xwe guhdarî kir. Pelosi dema ku wê hefteya borî di hevpeyivînek xwe de got: “Pêdivî ye ku serok biryarê bide ka ew ê bibe namzed yan na. Em hemî wî teşwîq dikin ku wê biryarê bide ji ber ku dem kêm dibe.”

Dema ku ji bo şîroveyê hat pirsîn, berdevkê Qesra Spî Andrew Bates bersiv neda hûrguliyên raporta CNN-ê ya li ser banga Pelosi-Biden ya vê dawiyê. “Serok Biden berbijarê partiyê ye. Ew plan dike ku bi serkeve û li bendê ye ku bi Demokratên Kongreyê re bixebite da ku rojeva xwe ya 100 rojan derbas bike da ku alîkariya malbatên karker bike, “

Berdevkê Pelosi ji CNN re got ku serokê berê yê Civata Nûneran li Kalîforniyayê ye û ji wê demê ve wê bi Biden re neaxivî ye.

Back to top button