PDKT’yê Li Amedê Seredana PAKê Kir
Li Amedê heyeta Partîya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye(PDKT) seredana Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) kir.Heyet ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PDKT rêzdar Cemşîd Firat, Endamê Komîteya Dîsîpîlênê Ozan Kardeş, Serokê Şaxa Amedê Reşit Akıcı û endam Sedat Karademir pêk hatibû.
Heyeta PDKTyê, li Navenda Giştî ya PAKê ji alîyê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik Cihgirê Serokê Giştî Nurullah Timur, Endamê Bireveberîya Navendî Vahit Aba û Bireveber Şaxa Amedê Hanefi Turan ve hate pêşewazî kirin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PDKT rêzdar Cemşîd Firat, armanca seredana wek îade-î zîyaret û piştgirîya PAKê li dijî Mehkemeya Bilind ya TirkÎyê binav kir û got, ’’ Ev sucdarî û îxtarnameya Serdozgerî ne bes jibo PAKê ye, herweha jibo hemû Kurd Û Kurdistanîyan e. Em bi her awayî amade ne ku bi PAKê re li dijî vê yekê, helwesteke Kurdistanî pêk bînin’’
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik jî xêrhatina heyetê kir û got ‘’Em jibo vê piştgirîyê spasiya PDKTyê dikin. Ev sûcdarkirina Serdozgerî ya ‘’nîjadperestîyê’’, êrîşeke li dijî hemû Kurdan, Kurdî û Kurdistanê ye. Divê hemû Kurd û Kurdistanî bi hevdu re helwesteke hevbeş bihûnin’’
Di derbarê rûdanên Kurdistanê û Tirkîyê , yekitîya neteweyî û ‘’ îxtarnameya’’ Mehkemeya Bilind de herdu alîyan nêrînên xwe bilêv kirin.
Hevdîtina PDKTê û PAKê di atmosfereke dostane û germ bidawî hat. 12.03.2015
Buroya Çapemenî û Regehandinê ya PAKê