Polîtîk

PDKS piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê dike

Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriye (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand, ew li Sûriyê çareseriyek siyasîrene û dê di nava Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de berdewam bin.Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriye (PDK-S),civîna xwe ya meclisa partiyê li Hewlêr pêkanî. Piştî civîna  daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandin. PDKS da xûyakirin ku , ewê di çerçova ENKSê de,   di nava Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de kar û xebata xwe berdewam bikin û dê hewl bidin doza Kurdî têxin hemû belgeyên danûstandinên Cenêvê.Di beşeke din ya daxşyaniyê de, PDKSê tekezî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê kir û di heman demê de rêjîma Sûriyê tawanbar kir ku bi bijardeya leşkerî danûstandinê bi pirsa Sûrî re dike. Di vê derbarê de jî kîmyabarana rêjîma Sûriyê ji Xan Şêxon re şermezar kir.PDKSê amaje bi êrîşa Amerîka ya li ser firokxaneya Şueyrat kir û da zanîn ew ji piştî bikaranîna rêjîmê ji gaza Sarînê re hat, ku wek gefekê ji rêjîmê re bû, da ku vegere ji bijardeya siyasî re li gor biryarên navdewletî û Cenêva 1.Derbarê pirsa encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê de, PDKSê piştevaniya xwe ji proseya netewî ya Kurdistanî û nêzîkbûna di navbera partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê de ji bo encamdana referandûma serxwebûnê re derbirî û ragihand ku, PDKSê jî xwe beşek ji proseya netewî dibîne û amade ye bi hemû erkên xwe di vê derbarê de rabe.
Back to top button