PDKÎ: Îran berpirsê şehidkirina fermandarê me ye
Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDKÎ) di derbarê şehîdkirina Qadir Qadirî de daxuyaniyek belav kir û da xûyakirin ku berpirsê vê bûyerê rejima Îranê ye.Ji fermandarên hêzên Pêşmergeyê PDKÎ Qadir Qadîrî li gundê li herêma Raperîn ku dikeve ser sînor, di encama êrişeke çekdarî de şehîd bû.PDKÎ di derbarê şehîdkirina Qadîrî de daxuyaniyekê ragihand. Di daxûyaniyê de dibêje ku, Qadir Qadirî bi otomobila xwe ya taybet ji bo serdana mîhwerên Balîsan- Çarkurna diçû û gihişt Hertelê, li wê deverê rastî êrişekê hat. Di encama êrîşê de 20 gule li laşê wî ketin û ew şehid bû.Termê Qadirî rakirine nexweşxaneya li Ranyayê di derbarê şehdîkirina wî de him asayîşa xwecihî û him jî PDKÎ lêpirsîn dane destpêkirin.Di daxuyaniya partiyê de dibêje: ‘Neyartiyeke şexsî ya fermandar û rêhevalê me Qadir Qadirî li gel ti kesê nebû. Em di wê baweriyê de ne ku ev êriş jî ji aliyê rejîma Îranê ku li gel hêzên me yên Rojhilat di nava êrişan de ye, hatiye kirin.’