PDKê û Goranê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kir
Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Gorranê ku di hilbijartinên 21ê Îlona 2013ê yên parlamentiya Kurdistanê de wek hêzên yekem û duyem yên Başûrê Kurdistanê deng bidest xistin (KDP 38 kursî û Goran 24 kursî) îro li bajarê Hewlêrê civiya û li ser pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê li hev kir û rêkeftina dawîyê îmza kir.
Li gor naveroka rêkeftina navbera PDK û Tevgera Gorranê, li ser xalên li jêr li hev kiriye:
1- Pêkanîna hikûmeteke bingahfireh û yekgirtî ku, nûnertiya îrade û dengên hemû gelê Kurdistanê bike û hurmeta encamên hilbijartinan bigire.
2- Pêkanîna komîteyeke hevbeş ji hemû aliyên beşdar di kabîneya kabîneya nû kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê de. Karê wê komîteyê amadekirina bernameyekî hevbeş ji bo hikûmeta nû li ser esasê refoman.
3- Aktîfkirina rola parlamentoya Kurdistanê ku, bikaribe wezîfeya xwe bi awayekî serbixwe eda bike û serbixwe qanûna derbike û karûbarên hikûmetê bişopîne.
4- Cîbicîkirina prensîpên şirîkatiyê di desthilata siyasî ya herêma Kurdistanê de bi awayekî ku, hemû aliyên beşdar di hikûmetê de bibin şirîkên rasteqînyên desthilatê û cîbicîkirina biryaran. Tevgera Gorran van berpirsiyariyên li jêr werdigire:
Serokatiya parlamentoya Kurdistanê
Wezareta pêşmerge
Wezareta darayî û bborî
Wezareta pîşesazî û bazirganiyê
Wezareta ewqaf û karûbarên olî
Serokatiya desteya berhemanînê
Her du alî rêkeftin ku, di hefteya bê de parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya parlamentoyê hilbijêre.