Polîtîk

PDKê sedemên helwesta xwe ya boykotkirina hilbijartina ji bo diplomatên biyanî ronî kir

Piştî daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê beşdarnekirina di hilbijartinên parlamentoyê de ji ber biryarên Dadgeha Federalî, endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî bi konsul û nûnerên dîplomatîk ên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya.

Endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî ligel Konsulên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Çek, Holanda, Yunanistan, Polonya, Hungarya, Bulgarya, Serokê Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê û Berpirsê UNAMI li Hewlêrê civiya û sedemên helwesta PDKê ji bo wan ronî kir.

Ji bo heman mebestê jî, Hewramî li gel konsulên Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdin û Felestînê civiyabû û sedemên ragihandina helwesta dawî ya PDKê derbarê hilbijartinan de eşkere kir.

Back to top button