Polîtîk

PDKê Fuad Huseyn kir berbijêrê serokkomariya Iraqê

PDKê di demjimêrên dawî yên tomar kirina navê namzediya serokkomariya Iraqê de, Dr. Fuad Husên wek namzed nîşan da.Li gor zanyariyên ku çapemeniya Iraqê de hatine belav kirin, îro 23.09.2018ê ku demjimêrên dawî yên tomar kirina namzediya serokkomariya Iraqê de, PDKê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên wek namzedê serokkomarê Iraqê nîşan da. Lê heta naha PDKê bi fermî ew nûçe piştrast nekiriye.Îro 23.09.2018ê polîtburoya PDKê bi daxuyaniyekê ve ragehand, erkê serokkomariya Iraqê pişka PDKê ye û YNKê yek alî Berhem Salih wek namzed nîşan daye.

Back to top button