Berpirsekî saziya helbijartina PDKê ragehand, partiya wan encamên helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê pejirand.
Berpirsê beşa yasayî li saziya helbijartinê ya PDKê Hawar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: Bi rêya 26 gilî û doz vekirinê ve karîne bi hezaran deng û kursiyên PDKê li parêzgeha Nînowa paşde vegerînin.
Hawar Mihemed got: ‘’PDK encamên helbijartinê di pejirîne û kariye 33 kursiyên Parlamentoya Iraqê bidest bixe.’’
Şeva borî 16.10.2021ê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê encamên dawî yên helbijartinên Parlamentoya Iraqê belav kir û aşkera bû, PDKê 33 kursiyên parlamentoyê bidest xistine.
Helbijartinên Iraqê roja 10.10.2021ê pêkhatin.