PDKê diyar kir ku ew Talabanî tenê nahêlin
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihandiye ku, di mijara ji holê rakirina Fermandeya Dîcle de, PDK piştgiriya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî dike û ji bo ku cîhê Talabanî li Bexdadê bihêztir bibe wê di nav hewldanan de bin.
Berdevkê Endamê Polîtbiroya Partiya Demokrata Kurdistanê Cafer Îbrahîmî diyar kiriye ku, “Serokomarê Iraqê birêz Celal Talabanî li Bexdadê ti cara ne bi tenê bû û her tim Serok Barzanî û PDK li ba wî cîh girtine. Her çiqas di hin mijaran de, di navbera Talabanî û partiya me de fikrên cuda hebin jî, di gellek mijaran de, mijarên wek xala 140., meseleya Kerkûk, pirsgirêkên makezagonî û li ser xurtkirina cîhê Talabanî a li Bexdadê de PDK, her tim ligel Talabanî û YNKê cîhê xwe digre.”
Berdevkê PDKê Cafer Îbrahîmî îfade kiriye ku, PDK ti cara Celala Talabanî li Bexdadê bi tenê nahêle û me ji Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî re got ku, FermandeyaDîcle bi agir lêyîstin e.
Di mijara Fermandeya Dîcle de Endamê Polîtbiroya Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê Sehdî Ehmed Pîre jî diyar kiriye ku, “em ji hêza Dîcle natirsin, belkî em mantiqê li pişt vê hêzê ditirsin. Ji bo me hêza Dîcle ne tiştek e.”
Ji hêla din, hemû partiyên Kurdistanî di mijara Fermandeya Dîcle de wek hev difikirin û di vê warê de eniya xwe dikine yek. Li ser avakirina Fermandeya Dîcle a li sê fermangeha; li Kerkûk, Dîcle û Diyale, hemû partiyên Kurdistanî mecbûrî siyaseteke bi hev re meşandinê kiriye. Serokê Fraksiyona Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê Necîb Evdillah jî di heman mijarê de piştgiriya xwe nîşanî PDK û YNKê kiriye. Dîsa Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî diyar kiriye ku em vê rewşê wek derfetekê bibînin û li hemberî helwesta Bexdadê bi hev re sekna xwe xurtir bikin.