PDK zererê dide yekîtiya neteweyî
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, daxûyaniyek daye ANF a PKKê. Hasan di daxûyaniya xwe de tiştek nû nabêje û tenê tişta ku di derbarê PDKê de jêre hatî gotin dubare dike. Ji ber ku ne zanîna Hasan û ne jî kapasîta wî ya siyasî dest nade hinek tiştan heta tiştekî siyasî bêje.
Hasan Ozguneş beşek daxûyaniya xwe de dibêje: Tifaqa AKP-MHP’ê ji xwe re kiriye armanc ku hemû hêzên Kurd ên azadiyê dixwazin ji holê rakin û di vî warî de hinek partiyên Kurd ên berjewendîparaz kirîne şirîkê xwe. Niha AKP-MHP, PDK’ê ji bo xwe weke amûrekê bi kar tînin. AKP, PDK ji bo xwe weke Kurdê baş bi nav kiriye û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. PDK’ê jî bi hemû awayî xwe radestî AKP’ê kiriye.
Ji berî her tiştekî ev gotinên vî necamêrî derewin û ji rastiyê dûrin. Wek her carê em dibêjin, ne PDKê lê hukumeta herêma Kurdistanê pêwendî li gel hemû dewletên cîran hene û ev pêwistiyek e. Lê di siyaseta têkçûyî ya PKKê bi gelek zanebûn behsa PDKê dike. Hasan Ozguneş bi xwe dîlê çepê Tirka yên Kemalîst e. Lê ew bi xwe ne di wê zanebûnê de ye ku, Kemalîzm yan jî çepên nasyonalistên Tirk çikas li ser serweriya Kurda xeter e. Vêca bi zimanek erzan behsa PDKê dikin û bi vê yekê jî dijminetiya xeta netewî û dewletbûna Kurda dikin.
Hasan Ozguneş beşek din hevpeyvîna xwe de dibêje: Pergala hêza azadîxwaz, pergala demokratîk modernîte, neteweya demokartîk û konfederalîzma demokratîk e. Di heman demê de pergala gelan, baweriyan, jinan, ciwanan û kedkaran ne. Yanî pergala civakê ye, ne şerxwaze û berovajî wê aştîxwaz e. Ne xwînmêje, jiyanek komînal û demokratik dixwaze. Her wiha bi xwazayê re dost e. Ji bo vê yekê jî dijminatiya vê modelê dikin û ji vê modelê ditirsin. Li dewsa ku PDK ji bo gelên Kurdistanê xizmetê bike û siyasetê bimeşîne, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ketine nava liv û hewldanan. PDK tenê ji bo malbata xwe û dewlemendên Iraqê siyasetê dide meşandin. Pergala wan pergala modernîteya kaptalîste û li ser hîmê netewe-dewletê ava dibe. Netewe dewletên heta îro hatine avakirin bi xwe re gelek şer û rageşiyên mezin anîne. Ti carî nikare çareseriyek mayînde bibîne û her demê di nava xwe de difetise. Di siyaseta PDK’ê de bi çi awayî civaka berfireh tine ye û her demê ji bo berjewendiyên şexsî û eşîrtiyê re siyaset daye meşandin.
Di rastiya xwe de gelek zehmete ku mirov van gotinên Hasan Ozguneş binirxîne. Ji ber ku ne gotinên ji siyasetîne û ji hemû normên mirovatiyê dûrin. Hasan tenê hinek tiştên danîn pêşîya wî dixwîne. Ji xwe ew ji bo vê di parlementoyê de ye. Ozguneş di parlementoya Tirkan de ye. Nanê wan dixwe , ew ji bo miaşê distine dikare agir berde hemû Kurdistanê. Kurt kurmancî Ozguneş, wek çepek nijadperestê Tirk êrîşê başûrê Kurdistanê û PDKê dike. Ne gelekî dê dema miaşê wî yê parlementriyê xilas bibe, hunê pirêza Ozguneş bibînin ka dê çewe be.
Bi yek meseleyekî mirov dikare van gotinên parlementerê HDPê şirove bike: Gotinek kurdî heye dibêje : Dê were vî kerî di vî bori re derbas bike..
Nûçe/Analîz