Polîtîk

PDK xwe ji bo hilbijartina serokê Kurdistanê amade dike

Berpirsê Dezgeha Hilbijartina ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), stafên dezgeha xwe erkdar kir ku pir bi cidî û girîngî amadekariyan bo serxistina proseya hilbijartinê Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.Bi serperiştiya Xesro Goran, Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê û bi amadebûna endam û kadirên dezgehê, li navenda Dezgeha Hilbijartinan ya bajarê Hewlêrê civiyan.Di wê civînê de, Xesro Goran fermana Serok Barzanî bo pêkanîna hilbijartinê serokatiyê bilind nirxand û wek biryareke bi temamî yasayî û girîng div ê demê de bi nav kir.Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), stafên dezgeha xwe erkdar kir ku pir bi cidî û girîngî amadekariyan bo serxistina proseya hilbijartinê Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.Tê zanîn ku, Serok Barzanî li gorî yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmara 1 ya sala 2005ê serastkirî û bi fermana herêmî ya hejmara 91ê ya sala 2015 biryar da hilbijartina giştî ya Serokê Herêma Kurdistanê 20ê Tebaxa 2015ê bê pêkanîn.

Back to top button