PolîtîkRojev

PDK û YNK

Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser proseya danûstandina ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

PDK û YNKê di daxuyaniya hevbeş de diyar kir; şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li baregeha polîtburoya PDKê civiyan.

Herwiha hat destnîşankirin; di civînê de piştî gotûbêj û danûstandinên fikr û ramanan, herdu aliyan rêkeftin kirin ku PDK û YNK bi hev re bi şandeke hevbeş a Kurdistanî proseya danûstandinê ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal dest pê bikin.

Herwiha eşkere kirin ku ji bo vê mebestê kaxiza karê hevbeş hatiye amadekirin.

Back to top button