PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin

Têzanîn ku eve demeke hinek alozî di navbera PDKê û YNKê de hebûn û ev alozî dibûne sedema gelek nexweşiyan jî. Ji bo hemhengiya di navbera herdu aliyan de,îro li Silimaniyê PDK û YNK dicivin. Endamekî Mekteba Siyasî ya PDKê dibêje: “Eger nakokiyên PDKê û YNKê hebin jî gelek xalên hevbeş jî hene.

Gelek xalên nakok di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de hene ku di civîna îro de tên gotûbêjkirin, ji wan jî, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pirsa dahat û xerciyan, yekkirina helwestan li hember Bexda û derve.

Berdevkê YNKê Soran Cemal di derbarê hevdîtinê de dibêje: ”Emê li ser maseya danûstandinan her pirsgirêkek çareser bikin, çawaniya xurtkirina peywendiyên xwe bi hikûmeta federal a Iraqê re û çawaniya çareserkirina arîşeyên di navbera her du aliyan de de bi taybetî di vî warî de gotûbêj bikin. 

Aloziya navbera PDK û YNKê de, piştî teqîna du bombeyan li Hewlêrê di roja 7.10.2022ê de destpêkirîbû.

Soran Cemal berdewamiya axavtina Xwe d dibêje:“Em du aliyên berpirs in, em berpirsin li hember vê qonaxê û ezmûna Herêma Kurdistanê, bêguman eger nakokiyên me hebin, gelek xalên me yên hevbeş hene, em hewl didin bi xalên hevbeş dest pê bikin û van pirsgirêkan çareser bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: