Polîtîk

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan û ragehandina hevbeş pêkanî

Şandeyeke polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku, ji Fazil Mîranî sekreterê PDK-ê , Mesrûr Barzanî û Mihemed Mehmûd endamêm polîtbûroya PDK-ê pêkhatibû serdana bajarê Silêmaniyê kir û digel şandeyeke polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistnê (YNK) ku, ji Mela Bextiyar, Omer Fetah û Hakim Qadir endamên polîtbûroya YNK-ê pêkhatibû, civiya.

Dicivînê de çend mijarên giring û akyuel yên weke:

Aramkirin û çareserkirina pirsgirêkên heyî,

Nirxandina rewşa herêma Kurdistanê,

Rewşa siyasiya Îraqê û pirsa biherêmbûna wîlayetên Îraqê û

Rewşa Rohhilata Navîn, hatin gotûbêj kirin

Lo gor hatiye zanîn PDK û YNK-ê di civîna xwe de pêşniyara sê komîteyan kiriye:

1- Nirxandina rewşa Rojhilata Navîn

2- Pirsa biherêmbûna wîleyetên Îraqê

3- Ragehandina hevbeş di navbera PDK û YNK-ê de

Bi taybetî her du aliyan tekîd li ser pêkanîna komîteyeke ragehandinê ya hevbeş kir ku di dema qewmîna bûyeran de yek helwest hebe.

Ebdulwehab Elî endamê seroaktiya bajarê Silêmaiya a PDK ji Xendanê re got ku ji bo ku ji nuha û pê de PDK û YNK-ê li hember pêşhat û guhertinan yekhelwest hebe komîteyeke ragehandina hevbeş pêktînin û dê berprisên ragehandina her du aliyan di komîteyê de cî bigirin.

Elî got: ”Dema bûyerek diqewime nabe PDK û YNK her yek li newalekê helwesta xwe rabigehîne.”

 Weke tê zanîn di dema qewmîna bûyerên vê dawiyê li Zaxoyê û hin deverên din ragehanidna YNKê  ku, digel PDK-ê hikûmeta herêma Kurdistanê pêktîne, berprisiyariya xwe bi cî ne anî. 

Back to top button