Polîtîk

PDK û YNK li ser çi xalan li hev kirin?

Mekteba Siyasiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê naveroka wan xalan belavkir ku her dû Mekteba Siyasiya YNK û PDK li ser dirêjkirina dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê li ser rêkkeftin.

Li gor wan xalên rêkkeftinê, destûr dihête hemwarkirin û sazana nîştîmanî li ser tê kirin. Her wiha dirêjkirina dema Serokayetiya Mesûd Barzanî bi pêwîst hatiye dîtin ku carekî din xwe kandîd neke.

Ev xalên li jêr jî naveroka wê rêkkeftinê ne:

1- Vegerana destûr bo Parlemen û sazana nîştimanî û hemwarkirin.

2- Hilbijartina Parlemena Kurdistanê li dema diyarkiriya xwe de wate li 21.09.2013 bê encam dan.

3- Dirêjkirina dema Serokayetiya Herêmê li dû sal derbas nebe û careke din dûbare nebû û mafê rêzdar jî ya xwe kandîdkirinê nebê.

4- Li rêya pêwendiya telefonê ve rizamendiya cenabê Mam Celal li ser tevahiya rêkkeftinê hatiye wergirtin.

 

Back to top button