PDK û YNK dicivin
Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî da xûyakirin ku, Polîtburoyên PDK û YNKê li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî serdanekê bo Parêzgarê Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû hatin bicihkirin û wê hîşt ku kêmtirîn ziyanê bibînin.
Fazil Mîranî amaje bi wê da, nabe pirsgirêkên siyasî yên di navbera partiyên siyasî derbasî nava hikûmetê bibin.
Li ser hewlên Silêmaniyê bo avakirina sîstema nenavendîyê jî Mîranî got: Li Silêmaniyê komîteyek ji kesên şareza bo projeya nenavendî durist kirine. Divê ew pilan û pirojeya wan ji aliyê Encumena Wezîran ve were pesendkirin, paşê eger pêwîstî bi derxistina qanûnek nû hebe, divê derbasî parlemenê jî bibe, paşê biryara dawî li ser bê dayîn. Ji ber wê jî nabe tiştek li derveyî qanûnan were kirin. Bi nerîna me, Hewlêr zêdetir pêwîstî bi wê sîstemê heye.
Derbarê birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê de tekez kir: Divê ev pirs bê kirin, em welatiyên vî welatî ne, yan na. Heger welatiyê vî welatî ne, divê maf û erkên me bên diyarkirin, ne tenê erkê me hebe û mafê me nebe.