Civak

PDK-T serokê mezin Mele Mistefa Barzanî bi bîr tînê

 

Berî bi 40 salan, di rojekî wek îro de, serokê nemir Mele Mistefa Barzanî çu bu ber dilovaniya xwe. Serokê netewa Kurd, ku tevaya jiyana xwe jibona rizgariya miletê Kurd feda kiribu, bi wefata xwe valahiyek mezin hişt di tevgera Azadiya netewa Kurd de. Lê wek em dibînin xebata wî ji her aliyê ve buye ronahî ji bona bidestxistina mafên rewa yên miletê Kurd.

Başurê Kurdistan baştirîn nimuneye jibona ev rastiya hanê. Serokê nemir, bi xebata xwe ya dûr û dirêj, ne tenê ji bona başurê Kurdistanê bu hêvî û raman, her weha ji bona tevaya parçeyên Kurdistan bu sembola sexwebûnê.

Em wek Partî Demokrata Kurdistanê – Tirkiye bi vê zanistiyê tevdigerin û serokê nemir Mistefa Barzanî bi rêz bi bîr tînin.

 

M. Emin Kardaş

Serokê Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê T-KDP

Back to top button