Polîtîk
PDK-T: Kerkûk dilê Kurdistanê ye, referandûm rewa ye
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) piştgiriya xwe bo Serxwebûna Kurdistanê û bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê ragihand.Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê li avahiya xwe ya li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkê PDK-T Şerefxan Cizîrî di civînê de amaje kir ku Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî cara yekem aniye zimên ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye û pêşmergeyên qehreman ji bo Kerkûkê xwîna xwe rijandine û Kerkûk bi nasnameya xwe bajareke Kurdistanî ye.Di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de hat amajekirin ku, ev yek mafeke rewa yê Kurdan e û şert û merc jî vê yekê pêwîst dike ku Kurd di derbarê çarenivîsa xwe de biryara xwe bidin.