PDK rijde ku serok ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin
Şandeke PDK bi serokatiya Mesrûr Barzanî û endametiya Endamê Polîtburoya PDK Kemal Kerkûkî û çend endamên din ên wê partiyê serdana pêkhateyên tirkmen û asoriyan li Hewlêrê kirin.Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “PDKê rijd e ku serokê Herêma Kurdistan her car ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, ne bi rêya parlamentoyê ve.”Wî endamê Polîtburoya PDK derbarê civînên aliyên siyasî derbarê pirsa serokatiyê de, wiha got: “Eger tifaqek çênebû, divê em vegerin bo raya xelkê, ku ew bi xwe bêjin ew çi sîstemê ji hilbijartina serok re dixwazin.”Serokê Fraksiyona Hewlêr Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de, Macid Bazirgan derbarê armanca serdana şanda PDK ji Rûdawê re ragihand: “Serdaneke normal bû, lê me behsa pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê kir. Me nêrîna xwe jî ji wan re got, ku em ligel sîstema parlamanî ne. Derbarê awayê hilbijartina serok jî, em ligel wê yekê ne ku xelk biryarê li ser wê yekê bidin.”Dema serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 19 vê mehê qediya lê heta niha partiyên siyasî li ser wê yekê li hev nekirine ku serokatiya Barzanî bidome.PDK dibêje, bila Barzanî heta 2 salên din jî li ser kursiya xwe bimîne lê partiyên din vê yekê bi mercekî qebûl dikin ku qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê were guhertin û êdî serok ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve were hilbijartin.