PDK, PKK û siyaseta navçitiyê
Li Hewlêr hinek partiyên siyasî kombûnek pêkanîn û dixwazin ji bo “problemên“ di navbera PDKê û PKKê de heyîn çareserer bikin. Van herdu partiyan bînin li bahevûdin da ku kêşeyên heyîn ji hole rabe û şerek birakujî çînebe.
Bê guman dema mirov vê nûyetê dibîne bûyer erêniye. Ji aliyek din ve kesekî wek kurdan ji sere birakujîyî nekişandiye û zerer jê nedîtiye. Her kurdek welatparêz û xêrxazê miletê xwe bi tundî li dijê şere birakujiye.
Lê pêwîste mirov di siyasetê de bûyeran baş binirxîne, rastiyê derêxe holê û li gora wê jî helwestekî bistîne.
Niha problemên li Rojavayê Kurdistanê heyîn gelek vekirî û zelale. Herkesek hinek xwedî wijdan û biçekî ji siyaseta fam bike dizanê ku serokê Kurdistanê û PDKê çikas hewldan ku di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hevbendiyekî pêkbînin.
Di encam de peymana Hewlêr û desteya bilind hate çêkirin. Lê herkes ji hemiyê gelektir ev hêzên ku îro dixwazin qaşo navçitiyê bikin, PYD û hemû dam û dezgehên pêve girêdayî li gel rejima Suriyene. Hemû dizanin ku ew bi tu awayî rê nadin partiyên din yên siyasî bi azadî karê xwe bikin. Hemû dizanin bi dehan hevalbendên PDKS girtine, kirine zindana de ,kuştine û ji Kurdistana Rojava derêxistine.
Eger partiyek yan jî aliyek siyasî behsa vê yekê neke vê bi zelalî nebîne û nebê xwedî helwest, ew bi hemû karên lê rabin dê xizmeta siyaseta PYDê bike.
Ji aliyek din di rastiya xwe de “problem “ di navbera PDKê û PKKê de tuneye. Problem di navbera PKKê û gelek aliyên Kurdistanî de hene. PKK ye ku êrîşê PDKê dike. Di medya xwe de hekaretê li serokê Kurdistanê û PDKê dike. Rojane di kanala televizyona Ronahi de gotinên ji derê hemû ehlaqî li dijî serokê Kurdistanê û PDKê kar tîne. . Di medya xwe de propagandeyek ne rast li ser derewan li dijê serokê Kurdistanê û PDKê rêve dibe. Başe medya PDKê çi dike.? Eger propaganda PKKê nekê şerê wan jî nake.
Li Bakurî Kurdistanê xwepêşandanan li dijê PDK û serokê Kurdistanê pêktêne wan têxe rêza El Nusra de. Herweha tiştên ku mirov nikare bêje û binivîsê di derbarê serokê Kurdistanê de dibêjin.
Eger mirov van hemûyê nebînê û behsa “problemek“ du alî bike ev bi zanebûn xizmetkirina vê siyaseta qirêj bi xwe ye.
Herweha ev partî bi xwe jî baş dizanin ku îro YNK bi hemû awayî pişgiriya siyaseta PKKê li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur dike. Başe ev partiyên civîna ji bû “çareseriya kêşeyê“ dikin, vî nabînin? Yan jî di vê derbarê de çi dibêjin?
Wek din hinek aliyên di van civînana de amade dibin bê ku zanabûna PDKê hebe di karek bi vî awayî de cih nagirin. Gelo ev yek dî çewe bête şêrovekirin?
Ji hemûyê girîngtir dema mirov di karekî de cidî be divê bikaribe rastiya heyî bêje da ku hem aliyên din hem jî mirov bi xwe ji xwe bawerbe.
Rastiyê bibînin, heqaret û derewên PKK li dijê Barzanî û PDKê dike bibînin û mahkum bikin. Ava şîlo zelal bikin da ku rastî bixweyê.
Hun baş dizanin ku PKK şerê xeta netewî li Kurdistanê dike. Li dijê ragihandina dewletek kurdî şer dike û dixwaze bibe asteng di vê rêyê de.Heta hun van rastiya nebînin hun ne bi niyetek pakij vî karê ku hun lê rabûne dikin.
Pirsek herî dawî: Gelo ev aliyên hun navçîyê dikin. Dêtinên partiyên we di derbara Serokê Kurdistanê de îiye?
Dîtina we di derbarê siyaseta PDKê de çiye?
Dîtina we di derbarê siyaseta PKKê de çîye?
N.Firat/Analîz -Rojevakurd