Polîtîk

PDK pêşenge

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku hinek nehezan xwestine vê hilbijartinê bikin derfetek ji bo lawazkirina PDKê û daxwaz kir, ku alîgirên partiyê bihêz û germî beşdarê hilbijartinan bibin. Herwiha got jî PDK hêza parastina maf û destkeftên Kurdistanê ye.Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya helmeta propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de îro li Hewlêrê beşdarî bernameya partiya xwe bû û gotarek pêşkeş kir.Nêçîrvan Barzanî got: “Hemû kes jî dizane ku PDKê pir dixwest hemû hêzên Kurdistanî bi hevre biryarê bidin ka dê beşdarî hilbijartinan bibin an nebin. Lê mixabin ev yekrêzî çênebû.”Cîgirê Serokê PDKê diyar kir: “Hinek aliyan û nehezên PDKê li gorî hesabên xwe xwestin vê hilbijartinê ji bo lawazkirina PDKê bikar bînin. Lewma divê em bi hêz û germî beşdarî hilbijartinan bibin û ji nehezan re biselmînin, ku PDK pêşeng e.”Nêçîrvan Barzanî wiha got: “PDK weke hertim li Kurdistanê hêza yekemîn e, hêza parastina mafan û destkeftên gelê Kurdistanê ye.”

Back to top button