
Kandîdekî PDKê li devera Şingalê ragihand, PDK dê hefteya bê li Şingalê dest bi xebatên hilbijartinan bike.
Kandîdê PDKê li Şingalê Macid Şingalî ji BasNewsê re got, emê hefteya bê li Şingalê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan bikin û kandîdên xwe yên wê deverê bidin nasîn.
Macid Şingalî her wiha got, ev pêngav serkeftinek mezine bo PDKê ji ber ku PDK bi rengekî bihêz vedigere Şingalê.
Wî kandîdê PDKê bang li xelkê Şingalê yên ku hîn navê xwe bo hilbijartinan tomar nekirine, kir navê xwe tomar bikin û roja dengdanê li Şingalê dengên xwe bidin.
PDK li Şingalê 3 kandîd hene: Vîyan Dexîl, Mehma Xelîl û Macid Şingalî.