Nivîsar

PDK: Hilbijartin baştirîn çareserî ye

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyeke nivîskî de daxwazê ji xwepîşanderan dike ku bi aşitî daxwaza mafên xwe bikin û dibêje xwepîşandan mafekî adil yê xelkê Kurdistanê ye:- Partiya Demokrata Kurdistanê tevî ku , xwepîşandanê bi mafê xelkî dizane ji bo daxwazkirina mafên xwe yên rewa ku digel pirensîpên mafê mirovî û demokrasiyê digunce, em dengê xwe dixin pal wan dengên paqij ku daxwaza çakirina jiyan û jiyara xelkî dikin û partiya me ji dil daxwazê ji hikûmetê dike vê xala giring li berçavan bigire. PDK di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew dijî hemû reftar, kiryar, destdirêjî û êrîşkirina ser cîyên giştî, saziyên hikûmetê, baregayên partiyan in, ew awayê xwepîşander bikartînin, ji xwepîşandanên medenî dûr e û ew xwepîşandanên çekdarî ne: – Tekderan şewitanidna baregayên partiya me weke armanca xwe ya serke danaye. Em daxwazê ji saziyên emnî û aliyên peywendîdar dikin bi erka ser milên xwe rabin û canê kesên nav saziyan biparêz in û rê nedin bûyer bi bi aqarê neşirînkiirna Kuridtanê û tecrûbeya wê biçin.PDK daxwazê ji hemû aliyan dike rê li pêşiya van refarên kirêt û neşaristanî bigirin ku gefan li Herêma Kurdistanê û tecrûbeya wê ya demokratîk dike:- Bidestveanîna beşek mezin ji xwestek û daxwazên xelkê û derbaskirina vê rewşa dijwar bi xebat û tekoşîna hemû aliyan dibe bi aramnca zemîneweşkirin ji bo hilbijartineke demokratîk û pêkanîna hikûemeteke nû ku tevî erkên xwe yên neteweyî û niştimanî, xizmetkirin û edaletê li serê lîsteya erkên xwe deyne.

Back to top button